Edebiyata kurdî di gelek hevraz û nişîvan re derbas bûye. Heke em derhatina edebiyata kurdî ya piştî Îslamê ji zaravayê goranî û ji Kurdên Yarsan bizanin hingî em dikarin sedsala sêyem (P.H.), ku gelek helbestên bi zaravayê Goranî mane ji wê sedsalê, wekî serdema destpêka edebiyata kurdî destnîşan bikin. Lê belê di çax û serdemên din de zaravayên din, wekî hewramî, kurmanciya bakur û soranî, bi erka zimanê standard rabûne ji bo helbestvan û nivîskarên kurd. Edebiyata kurdî di rabirdûyê de ketiye bin tesîra gelek rewt û tevgerên roşinbîrî û dînî û herwiha danûstandina wê digel edebiyatên welatên cîran jî hebûye. Bi vî awayî edebiyata kurdî berê xwe daye rê û dirbên nû û cihê.
Lewma, layenên navborî û gelekên din bûne sebebê wê hindê ku em konferansekê bi rê ve bibin li ser pêşketin û tekamûla edebiyata kurdî ji destêkê heta îro. Em hêvîdar in ku ev konferans bibe destpêkek ji bo hewlên manend di dahatûyê de da ku edebiyata kurdî bi ronahiya boçûn û ruwangeyên cihê bê tehlîlkirin.